Bi beşdariya waliyê Mûsilê YBŞ’ê paqijkirina Tilezêr a Şengalê ji bermahiyên DAIŞ’ê ragihand

Îro li navçeya Tilezêrê ya Şengalê ji bo paqijkirina herêmê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê merasîmek hat lidarxistin.
Di merasîmê de waliyê Mûsilê, Fermandiriyên YBŞ’ê û rêveberên rêxistin û aliyên siyasî amade bûn.
Peyama hevbeş a di merasîmê de ewlekariya li herêm û asankirina vegera Şengaliyan li ser xaka wane.

 

Li navçeya Tilezêr a Şengalê ji berya mehekê ji aliyê şervanên YBŞ’ê û tîmên paqijkirina mayînan ên artêşa Iraqê ve pêngava paqijkirina berhamiyên çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin.

Ji bo ragihandina bidawîbûna vê pêngavê, îro li navçeya Tilezêrê merasîmek hat lidarxistin.

Waliyê Mûsilê Mensûr Elmerî, rayedarên hikûmeta Iraqê, fermandarên YBŞ’ê, berpirsên payebilind ên Artêşa Iraqê û berpirsên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê beşdarî merasîmê bûn.

Fermandarê YBŞ’ Tîrêj Şengalî axivî û paqijkirina Tilezêrê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê ragihand.

Waliyê Mûsilê Mensûr Elmerî jî got;

“Pêwiste em li xwîna kesên ku ji bo paqijkirina vê heremê ji fikrê reş ê DAIŞ’ê canê xwe dane û şehîd bûne xwedî derkevin.

Divê pêngava paqijkirinê de 3 şehîd hatin dayîn.

Divê em baweriyê bidin gel ku ti gef li ser wan nîne, da ku vegerin li ser malên xwe. ”

Elmerî eşkere kir ku ew ê bi hemû aliyan re danûstandinê bikin ku careke din herêm bê ava kirin.

Waliyê Mûsilê Mensûr Elmerî herî dawî sersaxî ji tevahiya malbatên şehîdan re xwest.

Tevî ku nêzî 4 salan di ser rizgarkirina Şengalê re derbas bûne, lê hîn jî bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê metirsiyê li ser jiyana şêniyên Şengalê çêdike û li pêş vegera koçberan weke astengî tê dîtin.

Leave a Reply

Back to top button