Li Cezayîrê şewat: Herî kêm 34 kes mirin

Li bakurê Cezayîrê ji ber şewatê herî kêm 34 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha li sê bajaran jî bi hezaran kes bo cihên ewle hatin veguhastin.
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê ya NY jî hişyarî dide ku ev germahî wê heta Tebaxê dewam be.

Cîhana germbûyî bi xwere şewatên dijwar tîne.

Li gorî rapora Wezareta Karên Hundir a Cezayîrê, li bakurrojhilatê Cezayîrê şewata ku şeva Yekşem-Duşemê destpê kir, bû sedema mirina 34 kesan.

Ji kesên mirîn 10 kes leşker bûn.

Li gorî rayedaran, agirê ku bi daristan û zeviyan ket li 11 wîlayetan dewam dike.

Hate ragihandin ku ji bo vemirandina şewatê 8 hezar parastvanên sivîl û 525 qemyon kar dikin.

Her wiha bi balafir û helîkopterên vemirandina şewatê jî kar tê kirin ku şewat bê vemirandin.

Her sal mehên havînê li bakur û rojhilatê Cezayîrê şewat rû dide û bandoreke giran li daristanan û qadên çandiniyê dike.

Tebaxa 2022’an li herêma El Tarfê ku li bakurrojhilatê welêt e ji ber şewatê 37 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Havîna 2021’ê ji ber şewatê zêdeyî 90 kes miribûn.

Li hin herêmên Cezayîrê germeke gelekî zêde heye.

Germahiya ku digihêje 48 pileyî, dibe sedem ku giha hişk bibe û metirsiya şewatê ya li ser welêt zêde dike.

Hat ragihandin ku li welêt bi hewaya germ karanîna elektirîkê derketiye asta rekorê.

Li hin deverên bakurê Afrîkayê germahî ji asta demsalê 7 pile bilindtir bû.

Niha li gelek deverên başûrê Ewropayê germahiya herî zêde tê jiyîn.

Li Yewnanîstanê şewata daristana nayê kontrolkirin

Şewata daristanan a li Yewnanîstanê bi rojan e didome.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku pêla germê ya li Ewropayê dibe ku heta meha Tebaxê dewam bike.

Rêxistinê hişyarî da ku germahiya dijwar ya li gelek deverên cîhanê tê dîtin normala nû ya dinyaya ku ji ber guherîna avhewayê germ dibe ye.

Li gorî rêxistinê, bûyerên heyî li dijî krîza avhewayê pêwistiyê bi tevgerek bileztir nîşan dide.

Guhertina avhewa îhtîmala bûyerên hewaya germ û hişk ên ku dibe sedema şewatên daristanî zêde bike.

Ewropa ji ber germahiya zêde dişewite

Back to top button