PYD: Divê gelê me yê Êzidî li Şengalê vegere

PYD’ê jî, şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn û bang li civaka êzidî kir ku li warên xwe vegere, ji nû ve herêmên xwe ava bikin û pêş bixin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD di salvegera 9’an a Komkujiya Şengalê de, daxuyaniyek da.

PYD destnîşankir ku dijminên gelê Kurd naskirin ku Şengal dîrok û rastiya çandî, bawerî û berxwedana gelê Kurd e ji ber wê êriş kirin.

“Divê em bizanibin û ji bîr nekin ku Tirkiyê sala 2014’an planek ji bo qirkirina kurdan amade kir û di wê çarçoveyê de êriş Şengalê kirin û ber bi herêmên Kurdistanê ve fireh bûn, heta gihaştin Kobanê, lê bi bin ketin.

PYD diyar kir ku komployên li dijî gelê me yê Êzidî berdewam in, ji bo wê divê em li xwe vegerin, dijmin nas bike û li rêbazên xurtkirina berxwedanê bigerin.

Meclisa Giştî ya PYD bang li gelê Êzidî kir ku li warên xwe vegerin, herêmên êzidî û cihên xwe yên pîroz ji nû ve ava bikin û pêş bixin.

YJŞ: Tolhildana me wê bibe azadiya Rêber Apo û Şengalek xweser

Back to top button