Şêxê Eşîra El-Sebxe: Penaberî komplo ye.. Pêdiviya welat bi ciwanan heye

Dewleta Tirk a qirker bi her rêbazî hewil dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ciwanan vala bike.
Şêx eşîra El-Sebxe ya Reqayê Mihemed Tirkî El-Sewan diyar kir ku ev komployek e û armanca wê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Mihemed Tirkî El-Sewan got ku dema dawî, di encama şerê taybet ê ku hin alî mîna dewleta Tirk û Îran dimeşînin, penaberî zêde bûye.

El-Sewan da xuyakirin ku penaberî komplo ye û pêdiviya welat bi ciwanan heye.

El-Sewan bal kişand ser bi dehan sûcên kuştinê yên artêşa Tirk a dagirker ku li dijî ciwanan tê kirin û ev bang li ciwanan kir:

“Nekevin xefka rêbazên şerê taybet. Kî penaber dibe û derdikeve derveyî welatê xwe rastî heqaret û îhanetê tê.

Di dema niha de pêdiviya welat bi hêza we heye ku ava bike û pêşeroja wê binqişîne.”

Back to top button