“Divê ji her kesî zêdetir jin ji bo azdiya Rêber Apo têkoşîn bike”

Jinên Binarê Qendîlê jî li dijî tecrîdê bertek nîşan da.
Jinan destnîşankirin ku di kesayeta Rêber Apo de gelê Kurd tê tecrîd kirin.

Jina bi navê Awaz Îsmaîl di derbarê tecrîdê de axivî got:

“Dewleta Tirk dixwaze di kesayeta Rêber Apo de hemû gelê Kurd û Tevgera Azadiyê tûne bike.”

Awaz tekez kir ku divê em wek jin ji bo şkandina tecrîdê têkoşîn bikin.”

Serwîn Celal jî bi heman armancê axivî.

Serwîn Celal diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Apo li dijî pîvanên mirovahiyê ye û got:

“Dewletên cîhanê di tecrîdkirina Rêber Apo de hevkarên dewleta Tirk in.

Heta niha ti agahiyek li ser rewş û tenduristiya Rêber Apo nehatiye girtin.

Lewma divê hemû jin çalakiyên xwe berdewam bikin.”

“Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin”

Back to top button