Şehîd Zekî Şengalî li Helebê hat bibîranîn

15’ê tebaxê salvegera 5’an a şehadeta têkoşer Mam Zekî Şengalî ye.
Zekî Şengalî di salvegera 5’emîn a şehadeta xwe de li Helebê hat bibîranîn.
Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava jî şehîd Zekî Şengalî bi bîr anî û soza birêxistinkirina civaka êzidî û tohildana jinên êzidî da.

15’ê tebaxa 2018’an Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li Şengalê şehîd bû.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyan salvegera 5’an a şehadeta Zekî Şengalî bi bîr anîn.

Mala Êzidiyan a Helebê bi boneya salvegera 5’emîn a şehadeta endamê Koordînasyona Civaka Êzidî, Zekî Şengalê bîranînek li dar xist.

Bîranîn li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxistin.

Berdevka Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Sûad Hiso li ser jiyana têkoşer Zekî Şengalî wiha got:

“Têkoşer Zekî Şengalî xizmeta welatê xwe dikir û di oxira parastina êzidiyan, rêxistinkirina wan û pêkanîna hêviyên wan de şehîd bû.

Sûad anî ziman ku Mam Zekî Şengalî hêz û îrade da êzidiyan da ku karibin li hemberî fermanan bisekinin.

Dawiyê, belgefîlmek li ser civaka êzidî û têkoşîna şehîd Mam Zekî Şengalî hat pêşandan.

YJÊ-R: Soza birêxistina civaka Êzidî da

Li aliyê din, Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava jî bi boneya salvegera 5’emîn a şehadeta Zekî Şengalê daxuyanî da û weha got:

“Li hemberî fermanan ji bo parastina civak êzidî gelek pêşeng derketin ku di rêxistinkirina êzidiyan de roleke mezin lîstin.”

Ji ber vê yekê, ev pêşeng dibûn hedefa dijmin.

Yek ji wan jî, Mam Zekî Şengalî ye ku di êrişa balafira artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava dawiyê, soza da ku ew ê di xeta birêxistina civaka êzidî de dewam bikin û tola jinên êzidî hilînin.

ŞEHÎD ZEKÎ ŞENGALÎ JI BO YEKÎTIYA GELÊ KURD Û CIVAKA ÊZIDÎ TÊKOŞIYA

Back to top button