Li Qeladiz a başûrê Kurdistanê Koma Şêwekariyê ya Dalî, pêşangehek wêneyan ya binavê ‘Di Nemirina Rengan de Helwest û Dîrok’ vekirin.
Rêvebera Koma Şêwekarên Dalî, Şayan Karwan derbarê vekirina pêşangehê de ji Rojnewsê re axivî:
“Me gelek ciwanên xwedî behreyên mezin hene.
Pêwîste, em behreyên wan derxin holê û nîşan bidîn.
Rêbaza ku ciwanan li ser xebitî ye û berhemên xwe di pêşangehê de nîşan didin, rêbazeke serbixwe ya şêwekariyê ye.”
Şayan da zanîn ku koma wan ya şêwekariyê, komeke serbixwe ye û ev çend mehin hatiye avakirin û niha hejmara endamên wan 10 kesin.
Her wiha diyar kir ku gelek kesên din ji bo ku bibin endamên komê bi wan re peywendî danîne,
û wan armanc kiriye ku li bajar û navçeyên din pêşangehên wêneyan yên koma xwe ya şêwekaran vekin.