Konferansa Navneteweyî ya tecrûbeyên jinan a “li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî”

Beşdarên jin yên Êzîdî derbarê konferansa jinan a ku li paytexta Lubnan Beyrûdê hat lidarxistin gotin:
Jinên Êzidî bi têkoşînê tevger û hêza xweparastinê ava kirin.Divê piştgiriya jinên Êzîdî bê kirin û komkujî weke jenosîd’ bê pejirandin.

Di dîrokên 18-19’ê Tebaxê de Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê Li paytexta Lubnan Beyrûdê pêk hat .

Konferans bi pêşengiya Komeleya Jîn a Jinan, Komeleya Newroz a civakî,

Û Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan hat lidarxistin.

Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan beşdarî konferansê bûn.

Konferans li ser têkoşîna jinên Şengalê di vejîna wan de hat destgirtin.

Suham Şengalî: Êşa me jinan hemûyan yek e

Nûnera komîteya têkiliyên derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sîham Şengalî debar konferansê de axivî.

Sîham Şengalî diyar kir ku jinên Êzidî bi riya TAJÊ di warê siyasî, leşkerî û dîplomasî de bûn xwedî rol.

Di konferansê me dît ku êşa me jinan hemûyan yek e.

Divê em destên xwe bidin hev ji bo jinên ku hê jî dîl di destên çeteyan de ne rizgar bikin.

Ferîde Şengalî: Ez bi beşdariya konferansê gelek kêfxweş im

Çalakvana Êzidî Ferîde Şengalî jî kiryarên kuştin û revandinê yên çeteyên DAIŞ’ê bi bîrxist û ev got:

“Bi hezaran jin û zarok hatin kuştin û rastî hemû cureyên binpêkirinê hatin.

Em nizanin çarenûsa wan jinên me yên ku hatine revandin çi ye.”

Ferîde Şengalî kêfxweşiya xwe ji bo yekbûyîna jinan di konfiransa Lubnanê de anî ziman:

“Ez bi beşdariya konferansê gelek kêfxweş im. Jinên ji dewletên cuda di bin dirûşmek yekdengî de kom bûne.”

Nîmat Koko: Konferans ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan girîng bû

Back to top button