Libnan-Ciwanan salvegera 20. a damezrandina PYD pîroz kirin

Ciwanên PYD li Libnanê salvegera Partiya Yekîtiya Demokrat pîroz kirin.

Bi sedan Kurdên Lubnanê salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokrat pîroz kirin.

Û çalakiyek bi diruşmeya “20 Sal û Têkoşîna Me Berdewam e” lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, LI ser navê PYD û kongira Star axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn salvegera 20’emîn a damezirandina PYD’ê pîroz kirin, rola partiyê di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşankirin û gotin:

Ji roja damezrandina partiyê ve hêzên paşverû û faşîst zext û êrîşan li ser wê dikin û gelek endamên wê girtin û şehîdkirin, lê tevî vê yekê jî gelê Kurd û berxwedêrên Rojava destek dan hev û êrîş û zext şikandin.

Piştre, koma welatê Rojê û koma şehîd Rojînda Efrîn berhermên xwe pêşkêşkirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Back to top button