HRW: Dewletên rojava di mijara Xezayê de durûtiyê dikin

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) dorpêça li ser Xezayê wekî sûcê şer bi nav kir.
Rêxistinê nerazîbûna xwe nîşan da û diyar kir ku Amerîka û hevalbendên wê kirinên Îsraîlê yên li Xezayê rexne nakin.

Rêxistinê Amerîka û hevalbendên wê bi hevkariya bi Îsraîlê re tewanbar kir.

Alîkarê rêveberê Rêxistinê Tom Porteous diyar kir ku Waşîngton li hemberî kirinên Îsraîlê yên li Xezayê bêdeng e.

Porteous hevkariya dewletên Rojava bi Amerîkayê re rexne kir û ji wan pirsî ka çima kirinên Îsraîlê yên li Xezayê ji nedîtî ve tên û çavên xwe lê digirin?

Porteous bi bîr xist ku dewletên Rojava heta niha bang li Îsraîlê nekirine da ku dawî li kirinên xwe yên li Xezayê bîne û got:

“Divê ji bo parastina sivîlan biryarekê bidin.

Ji ber ku Îsraîl hewl dide cudahiya di navbera sivîl û hêzên çekdar de li Xezayê ji holê rake.”

Li aliyê din, Porteous bal kişand ser helwesta dewletên Rojava ya li hember Rûsyayê ku bi şerê li Ukraynayê re dest pê kir û got:

“Durûtiya dewletên rojava bi şerê Ukraynayê re eşkere bûye.”

Biden: Îsraîl û Ukrayna ji bo ewlekariya Amerîka xwedî girîngiyek mezin e

Back to top button