Desteya Jin a Rêveberiya Xweser ji bo pêşketina jinan di warê siyasî û Aborî de panelek li bajarê Reqayê li darxist.
Beşdaran di panelê de li ser rola jinan di civakê nîqaşkirin û hin biryar girtin.
Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navê ‘Xurtkirina Jinê di aliyê siyasî û aborî de’ panelek li Reqayê li dar xist.
Panel bi beşdariya endamên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên Rêveveberiya Xweser hate li dar xistin.
“Divê civak di warê avakirinê de gav bavêje”
Di panelê de li ser mijara çawaniya xurtkirina jinan di aliyê siyasî de nîqaş kirin û beşadaran gotin:
“Pêwîstî bi civakan heye ku di warê avakirinê de gavên pêşîn bavêjin, ji bo jin di warê aborî, siyasî, civakî û çandî de xurtir bibe.
Civakên pêşketî bi hemû beşên xwe di avakirina şaristaniyê de tevkariyê dikin û ji hêza wê sûdê digirin.”
Di panêlê de gelek biryar hatin girtin. Hinek ji wan:
“Piştgiriya xebata veguharandina demokratîk, belavkirina çanda neteweya demokratîk, mafê cudabûn û pirrengiyê, hevqebûlkirin û têgînên pirrengiya civakî.
Danasîna lihevkirinên navneteweyî yên girêdayî qanûnên jinê, piştgirî û xwedîlêderketina wan.
Perwerdekirina jinan ji bo xwe gihîştina navendên biryarê.
Xurtkirina asta saziyên civaka sivîl ku parastina mafên jinan dikin.
Sûdwergirtina ji derfetên xwecihî û derve bi rêya xurtkirina peywendiyan.
Xurtkirina rola jinê di xebata aştî, lihevanîn û çareserkirina şeran de.
Piştgiriya projeyên xurtkirina jinê di aliyê aborî de ji hêla Desteya Jinê ve.
Zêdekirina panel, forum û rûniştinên der barê xurtkirina jinan di aliyên siyasî û aborî de.
Xebitandina li ser pêkanîna qanûna malbatê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”