Hêrsa li dijî tecrîdê zêde dibe û daxwaza azadiyê tê kirin

Nivîskar Ahmet Aktaş destnîşan kir ku tecrîda Îmraliyê “êrişeke bîrdozî ye” û got:
“Heya tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ranebe dê çalakiyên me bidomin.”
Her wiha Hevserokê HEDEP’ê yê Êlihê Seyît Bîlal Evren ji bo “Meşa Azadiyê” ku dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bê lidarxistin bang kir û got: ” Ji bo tecrîd bê rakirin em ê li qadan bin.”

Nerazîbûnên derbarê tecîda li dijî Rêber Apo zêde dibin û ji bo bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî banga bilindkirina têkoşînê tê kirin.

Nivîskar Ahmet Aktaş derbarê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan de axivî.

Ahmet Aktaş got:

“Li cîhanê gelek rewşenbîr, feylezof, nivîskar, hunermend, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedar ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têdikoşin.

Ev jî nîşan dide ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan sînorên welêt derbas kiriye û gihîştine cîhanê.

“Abdullah Ocalan êdî sazûmaniyeke rêbertiyê ye”

Abdullah Ocalan tenê ne rêberek e, êdî sazûmaniyeke rêbertiyê ye.”

Ahmet Aktaş li dijî tecrîdê banga bilindkirina têkoşînê kir û got:

“Her ku têkoşîn mezin bibe, dê jiyaneke azad, demokratîk û enternasyonal ava bibe.

Lewma heya tecrîda li ser Abdullah Ocalan ranebe dê çalakiyên me bidomin.

Divê hemû nivîskar, hunermend, siyasetmedar, rewşenbîr, hiqûqnas û her kes li dijî vê tecrîdê bi berprisiyarî tevbigere.”

“Divê em 18’ê Mijdarê li dijî tecrîdê dakevin qadan”

Her wiha Hevserokê HEDEP’ê yê Êlihê Seyît Bîlal Evren jî ji bo “Meşa Azadiyê” ku dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bê 18’ê mijdarê de bê lidarxistin bang kir û got:

“Ji bo tecrîd bê rakirin em ê li qadan bin.”

Seyît Bîlal Evren diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û daxwazkir ku demildest ev bêhiqûqî bidawî bibe.

Evren ji bo meşa ku wê 18’ê mijdarê ber bi navçeya Gemlîk a Bajarê Bursa yê Tirkiyê ve pêk were jî banga tevlîbûnê kir û got:

“Ji bo ku ev birîna nayê kewandin bê dermankirin divê herkes tişta ji destê wî tê bike.

Bi armanca rakirina tecrîdê û raya giştî çêbibe dê ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin.

Ji bo ev tecrîd were rakirin em ê bi gelê xwe re li qadan bin.

Tiştên li Îmraliyê diqewimin sûcê mirovahiyê ne. Li dijderketina vî sûcî peywira mirovahiyê ye.”

Xelkê Qoserê: Divê em li dijî tecrîdê weke moriyan bixebitin

Back to top button