Li Almanya greva xebatkarên rêyên hesin a 20 saetî pêk tê

Sendîkaya Makîneyên Alman (GDL) ji bo zêdekirina 555 euro mûçeyên mehane yên karmendan banga grevê kirine.
Li ser vê bangê xebatkarên şîrketa rêyên hesinî ya Almanyayê wê dest bi greva 20 saetan bikin.

Grev wê îşev saet 22.00’an dest pê bike û heta roja Pêncşemê saet 18.00’an dewam bike.

Sendîka di nava van 20 saetan de, daxwaza zêdekirina 555 euro mûçeyên mehane yên karmendan dike.

Her wiha heta 3 hezar euro bonus tazmînata enflasyonê dixwaze.

Kêmkirina saetên kar ên karkerên nobetê ji 38 saetan bibe 35 saet jî yek ji daxwaza din a çalakvanane.

Lê heta niha jî li ser vê xalê li hevkirin pêşneketiye.

Her çend Sendîka dibêje ew dikarin li ser van daxwazan tawîzê bidin, lê DB dibêje ku kêmkirina demjimêrên kar ne pêkan e.

Nûnerên DB û GDL’ê roja Pêncşema borî dest bi danûstandinan peymana kolektîf kiribûn.

Çav li rê ye ku gera duyemîn a danûstandinan 1’ê Mijdarê were kirin.

Lewam xebatkarên şîrketa rêyên hesinî ya Almanyayê jî wê sibê dêkevin girevê.

Rêveberê Çavkaniyên Mirovî yê DB’ê Martîn Seîler bertek nîşanî biryara grevê da û got:

“Ev grev bi tevahî nepêwist e.”

Back to top button