Ji bo şêniyên Serê Kaniyê û Girê Spî kampek tê vedan

Piştî destpêkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmê bi hezaran kes ji Serê Kaniyê û Girê Spî ji cih û warê xwe koçber bûn.Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo koçberên ji Serê Kaniyê û Girê Spî dest bi avakirina kampekê kirin.

Şêniyên ji Serê Kaniyê û Girê Spî berê xwe dan bajarê Hesekê û Til Temirê.

Rêveberiya Xweser li Hesekê 53’ê dibistan ji bo koçberan vekirin, ji ber vê yekê perwerdeya li dibistanan rawestiya.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji bo vehewandina van koçberan wan xakek bi ferehiya xakeke bi 600 donim li bajarokê Tiwênê ya 12 km rojavayê bajarê Hesekê diyar kiriye.

Endamê komîteya amadekar ê Kampê Berzan Ebdullah diyar kir ku ev hefteyeke dest bi amadekirina kampê kirine, dê kamp zêdetirî 3 hezar malbat vehewîne.

Ebdullah da xuya kirin ku ew zehmetiyan di amadekirina binesaziya kampê de dibînin, ji ber kêmbûna alavan û zinar lê zêde ne.

Berzan da zanîn ku wê kamp mehek din amade be.

Leave a Reply

Back to top button