Şêniyên Reqayê şehîd Ebdulla El Şewax oxirkirin

Şêniyên Reqayê endamê Hêzên Asayişê, şehîd Ebdullah Selîm El Şewax oxirkirin.
Li aliyekî din ji bo şehîd Ronî Welat jî li bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê, konê sersaxiyê hat vedan.
Li Til hemîs jî ji bo şehîd Xelîl El-Hecî kunê sersaxiyê hate vedan.

Endamê Hêzên Asayişê Ebdullah El Şewax di 7′ê Kanûnê de li Reqayê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Şêniyên Reqayê îro bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şehîd Ebdullah Selîm El Şewax oxirkirin.

Bi sedan welatiyên Reqa û gundewarên wê, endamên rêxistinên jin, saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Kesên ku beşdarî merasîmê bûn sersaxî dan malbatên şehîdan û gotin:

“Em li vî cihî pîroz dibêjin em li ser soza xwe ne û em ê rêya şehîdan dewam bikin.

Ne ji fedakariyên şehîdan ba em li vî cihî nedisekinîn û me Rêveberiya Xweser ava nedikir.”

Li Dêrazorê ji bo şehîd Ronî Welat konê sersaxiyê hat vedan

Li aliyekî din ji bo fedekariya şehîd Ronî Welat li bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê, konê sersaxiyê hat vedan.

Endamên saziyên sivîl û leşkerî şêx û rûspiyên êlên Ereb tevlî merasîmên sersaxiyê bûn.

Rûspiyê êla El Şeîtat Ebûd El Cebrî got:

“Fedekariyên ku şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye, biryardariya me ya berdewamkirina meş û rizgarkirina welat zêde dike.”

Tevgerên ciwanan ên rojavayê Dêrazorê jî diyar kirin ku ew ê wek tevgera ciwanan ji bo awlehî û aramiya herêmê têbikoşin.

Şêniyên tilhemîsê sersaxî dan malbata şehîd Xelîl El-Hecî

Her wiha şêniyên navçeya Tilhemîs û gundewarên wê serdana konê sersaxyê ji bo şehîd Xelîl El-Hecî ku di 7′ê Kanûnê de li Dêrazorê şehîd bûbû kirin.

Li wir Rêveberê Desteya Erka Xweparastinê ya Til Hemîsê Sead El-Elî axivî û got:

“Şehîdên me ji bo aramiya herêma çanê xwe feda kirin.

Lewma em soz didin şehîdan ku tekoşîna wan bigihînin serî.”

Li Hesekê cenazeyê 2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

Back to top button