Urdinê hêza xwe ya leşkerî li sînor zêde kir

Urdinê hêzên xwe yê leşkerî li ser sînorê Sûriyê û Ûrdinê zêde dike.
Operasyonên berê hatine lidarxistin gelek çek û cebilxane hatiye bidestxistin.
Aliyek din jî rewşa ewlehiyê di warê siyasî de têkîliya navbera Urdin û Sûriyê jî lewaz kiriye.

Operasyonên leşkerî yên li ser sînorê bakurê Urdunê kêm bûne û milîsên qaçax vekişiyane Sûriyê.

Çavkaniyên ji Şerqûl Ewset re axivîn diyar kirin ku Hêzên Çekdar ên Urdunê hêza xwe ya leşkerî li herêmê xurtir kirine ji ber ku hewldanên derbasbûna li ser sînor berdewam dikin.

Çavkaniyan her wiha ragihand ku operasiyonên qaçaxiyê di demên mijê giran li ser sînorê bakur zêde dibin, lewra Urdunê hêza xwe ya leşkerî bihêz kiriye.

Hemû agahî derbarê girêdana çeteyên qaçax ên ku ji Sûriyê tên bi komên herêmî yên bazirganiya narkotîkê re hatine bidestxistin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, mezinahî û qalîteya çekên hatine desteserkirin eşkere dike ku ew ji bo bi konvoyên qaçaxçîtiyê re hatine amadekirin.

Li ser sînorê Urdin û Sûriyê gelek çek hatine bidestxistin

Çavkaniyên pêşbînî dikin ku li hin cihên ku tê gumankirin qaçaxçî lê hene, operasyon û serdegirtin werin kirin.

Milîsên girêdayî komên alîgirên Îranê plan dikin ku operasyonên qaçaxçîtiya narkotîkê bi hevdemî bi hevkarî ligel komên din ên girêdayî Hizbullaha Lubnanê û partiyên ku ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve tên piştgirîkirin, pêk bînin.

Ev hewldanek e ku dixwazin bala hêzên ewlekariya sînor belav bikin.

Lê belê di encama şopandin û çavdêriyên ku hatin kirin de, artêşê bi biryardarî li dijî plana terorê sekinî.

Rewşa ewlehiyê têkîliyê Urdin û Sûriyê lewaz dike

Ji aliyê siyasî ve, bandorên rewşa ewlekarî ya li ser sînorê Urdun-Sûriyê, hema hema bi tevahî têkiliya di navbera her du welatan de qut kiriye.

Urdunê gelek caran nerehetiya xwe li hember têkçûna Sûriyê ji erkên xwe yên leşkerî û ewlehiyê yên li ser sînor nîşan da û tekez kir ku sînor bi awayekî yekalî tê parastin.

Rayedarên ewlekarî di wê baweriyê de ne ku cidiyeta Şamê di kontrolkirina milîsan de kirîza navxweyî ya rejîmê li ser welatên cîran nîşan dide.

Artêşa Urdinê: Li sînorê Sûriyê gelek leşker birîndar bûn

Back to top button