Li Îngilistanê li dijî tecrîdê 20 hezar kartpostal hatin belavkirin

Li Ewropayê çalakiyên li dijî tecrîdê bi çalakiyên cûr be cûr didome
Kurdistaniyên li Îngilîstanê ji bo balêbikişînin li ser tecrîda li dijî Rêber Apo kartpostalên Noel’ê û yên sala nû mal û kargehan bevalkirin.

Meclîsa Gel a Kurd li paytexta Îngilistanê Londonê, kartpostalên Noel û sala nû(Kartên bi wêneyên rengîn yên ku bêyî namedank bi posteyê tên şandin) ji bo balêbikişînin li ser tecrîdê bi hezaran mal û kargehan belavkirin.

Di kartpostalên bi sernavê “Ji Ocalan re azadî” ku wêneyê Rêber Apo li ser bû de, xwestekên demokrasî û aşitiyê yên derheqê sala nû de hatin ragihandin.

“Ji bo azadiya Rêbertî em ê li her qadê têkoşînê mezin bikin”

Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Îngilistanê Seyît Suruç derbarê çalakiyê de axivî û got:

“dema peyama sala nû didin, tecrîda li ser rêberê xwe jî tînin ziman. Em armanc dikin ku 20 hezar kartpostal belavbikin.

Em bawer dikin ku sala 2024’an wê bibe sala azadiya Rêber Apo.”

Li Lozanê li dijî tecrîdê stand hate danîn

Li bajarê Lozanê jî ji bo heman armancê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve standa agahdarkirinê hate vekirin.

Di çalakiyê de, kesên serdana standê kirin derbarê rewşa Rêber Apo de hate agahdarkirin.

Li Meksîkayê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyek hat li darxistin

Back to top button