Dewriya artêşa Tirk êrîşî sivîlan kir sivîlek şehîd bû, 10 kes birîndar bûn

Îro dewriya hevbeş a Rûsya û dewleta tirk li herêmên bakurê Dêrîk û Girkê Legê geriyan. Careke din hemû pêkhateyên herêmê bi kevir û şekalan ev dewriye şermezar kirin. Lê dewleta Tirk a dagirker xwe li vê ranegirt û êrîşî sivîlan kir.
Leşkerên artêşa Tirk bi panzerê sivîlek şehîd kirin. Di êrîşan de 10 sivîl jî birîndar bûn.

 

Sedan şêniyên gundên Girkê Legê û Dêrikê, dewriyên Rusya û dewleta Tirk a dagirker a ku îro li ser xeta sînor di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê derketin şermezar kirin.

Li gundê Sermsaxê yê bakurê navçeya Girkê Legê şênî li dijî dewriya artêşa Tirk xwepêşandan li dar xistin.

DEWRIYA ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞÎ SIVÎLAN KIR SIVÎLEK ŞEHÎD BÛ, 10 KES BIRÎNDAR BÛN

Şêniyan dewriye bi kevir û şekalan pêşwazî kir.

Leşkerên dewleta tirk a dagirker destpêkê bi bombeyên xazê êrîş bir ser sivîlan.

Lê artêşa dagirker bivê re jî sînordar nema û panzêra wan li gundê Til Cemal a Girkê Legê pêl sivîlê bi navê Serxwebûn Elî kir.

Serxwebûn Elî ku di bin panzerê de ma, li cihê bûyerê şehîd bû.

Di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de nêzî 10 sivîl jî birîndar bûn.

Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya bajarê Dêrikê.

Leave a Reply

Back to top button