DAIŞiyeke Emerîkî dixwaze vegere, Emerîka jî red dike

Jineke DAIŞî ku li kampeke bakur û rojhilatê Sûrî dimîne, bang li welatê xwe Emerîka dike ku wê vegerîne.
Lê Emerîka jî ev yek red kir.
DAIŞiyên li bakur û rojhilatê Sûrî, bûne rojeva giştî cîhanê..ango, mabûna û vegera wan her weke gefekî dimîne.
Erdogan jî, ji bo dagirkeriya xwe li Sûriyê rewa bike, DAIŞiyên ku ew xwedî kirine, êdî bi ser cîhanê de berdide.

Jineke DAIŞî ku li kampa Roja a herêma Dêrikê li gel zarokeke xwe dimîne, dubare banga vegerê li Emerîkayê dike.

Di hevpeyvîneke kanala NBC a Emerîkî de, jina bi navê Huda Musena ku li Emerîkayê ji dayîk bûye, xwest vegere wîlayeta xwe Alabama.

Jina ciwan diyar kir, ew pir poşman e û got:

Ez naxwazim dîsan têkevim destê tundrewan, ez dixwazim vegerim.

Berî niha, jina DAIŞî ev bang li Emerîkayê kiriye, lê hikumeta Emerîkî red kiribû.

Wezîrê derve yê Emerîkayê Mike Pompeo anîbû ziman ku Huda Musena ne welatiyeke Emerîkî ye û wê weke terorîst bi nav kir.

Bavê Huda endamekî şandeya Yemenî di NY de bû, li gorî qanûna Emerîka jî welatîbûyîn nabe para zarokên diplomatan.

Lê bavê wê, dozek ji bo welatîbûyîna keça xwe vekir ku berî Huda ji dayîk bibe bi çend mehan, wî dest ji karê xwe berdabû.

Jina DAIŞî destnîşan kir ku ew welatiya Emerîkî ye û belgeyên vî tiştî piştrast dikin jî li gel wê hene û ev tişt anî ziman:

Ez dixwazim vegerim, eger bixwazin jî bila 24 saetan di bin çavdêriyê de bim.

Ji ber mijara DAIŞî û malbatên wan bûye rojeveke cîhanî û gefeke mezin li walatan dixwe, dewleta Tirk jî hem wan ji bo şer hem jî weke gef bi kar tîne.

Ji bo rewabûnekê ji êrîş û dagirkeriya xwe li Sûriyê bibnîne, dewleta Tirk piştî kaxeza penaberan, êdî bi DAIŞiyên di hembêza xwe de gefan li cîhanê dixwe.

8’ê Mijdarê wezîrê hindirîn ê dewleta Tirk Suleyman Soylu ragihandibû ew ê roja Duşemê dest bi radestkirina DAIŞ’iyên biyanî ji bo welatên wan bikin.

Beriya niha jî Erdogan diyar kiribû ku di destê wan de 737 jê biyanî, 1149 DAIŞ’î li gel wan girtî ne.

Ji ber siyaseta hikumeta AKP’ê li ber mirinê ye, bi van DAIŞiyan Erdogan dixwaze dîsan bihnê bîne ber xwe.

Leave a Reply

Back to top button