Barana meteorên Geminid ya herî baş a salê ye

Barana meteorên Geminid ku wekî ya herî baş a salê tê zanîn, roja Pêncşemê wê bigihîje lûtkeyê û ezmanê tarî ronî bike.

Geminid di encama perçeyên zinaran de ku ji hêla kometeke qels a bi navê 3200 Phaethon ve li dû xwe hiştiye, dema ku li dora rojê digere, pêk tê.

Di daxuyaniya xwe de, Ajansa Feza û Hewayî ya Amerîkayê (NASA) diyar kir ku meteor ji her derê cîhanê têne temaşekirin, ji ber ku ji rêgezek diyar nayên.

NASA’yê diyar kir ku barana meteorên Geminid a ku weke ya herî baş a salê tê zanîn wê roja Pêncşemê bigihêje lûtkeya xwe.

Her wiha NASA’yê destnîşan kir ku dema baran di lûtkeyê de be di saetekê de 60 heta 120 meteor tên dîtin.

Pisporan ragihandin ku barana meteoran ji nuqteyên ku esman zelal e û qirêjiya ronahiyê lê tune ye tê temaşekirin.

Çavdêrxaneya Greenwichê jî diyar kir ku Geminid bi rengên xwe cuda ye û diyar kir ku rengên wê spî, zer kesk, sor an jî şîn in.

Back to top button