Artêşa Tirk û çeteyên wê malbatên çeteyan li malên kurdên li bajarê Girê Spî bi cih dikin.
Ajansa Hawarê diyar kir ku, artêşa Tirk û çeteyên wê El-Nusra û DAIŞ malbatên çeteyan li malên kurdan ên hundirê bajarê Girê Spî bi cih dikin û mal û milkên wan desteser dikin.
Her wiha da zanîn ku, li hin taxên ku şêniyên wê bi temamî Kurd in, çete ketine wan malan û tenê riyek a ketin û derketina taxê hiştine û bi vê yekê kontrola xwe disepînin..
Ajansê li gorî çavkaniyên xwe destnîşan dike ku, ji ber kirinên guhertina demokgrafîk li nava bajar tirseke mezin heye û rewşa dizî û wêrankirinê jî zêde dibe..