Li Bernê ya Swîsreyê bi mijara “Aştiyê” meşa Paskalyayê hat lidarxistin

Meşa Paskalyayê ku her sal ji aliyê dêrên Katolîk ên li Kantona Bernê ya Swîsreyê ve tê rêxistinkirin, îsal jî hat lidarxistin.
Mijara meşa îsal “Aştiya Cîhanê” bû.
Kurdistaniyên li kantonê dijîn bi pankarta Rêber Apo beşdarî meşê bûn.

Bi sedan kesên li qada Eîchholzê kom bûn, li ser navê koordînasyonê axaftinek hat kirin.

Axaftina ji aliyê Endama Konseya Neteweyî ya Partiya Keskan (Nationalrätin GRÛNE) Marîonna Schlatter ve hat kirin.

Marîonna Schlatter diyar kir ku aştiya cîhanê ne xwestekek e, pêdîvî ye.

Piştî axaftinê girse li ser Çemê Aare û heta qada Mûnsterplatzê meşiyan.

Kurdistaniyên ku beşdarî çalakiyê bûn, ji bo piştgirîdayîna pêngava azadiya Rêber Apo, bi pankartên “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aştî” meşiyan.

Hevserokê Komîteya Swîsreyê ya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” Necdet Atalay anî ziman ku di dawiyê de wê azadiya Rêber Apo misoger bikin.

Çalakî li ber Katedrala Bernê bi bernameya axaftin û muzîkê bi dawî bû.

Li Qamişlo û Hesekê Xiristiyanan cejna Paskalyayê pîroz kirin

Back to top button