Hikumeta Rûsî dîsan bang li QSD’ê dike da tevlî artêşa Sûrî bibe

Hikumeta Rûsî dîsan bang li Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê kir ku tevlî artêşa rejîma Sûrî bibe.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsî Mikhail Bogdanov bang li Hêzên Sûriya Demokratîk kir ku bilez tevlî refên artêşa Sûrî bibin.

Bogdanov diyar kir ku her çi qas ev tişt zû pêk were, ew qas wê ji her aliyî re baştir be.

Berî niha cîgirê Rûsî anîbû ziman ku Moskow amade ye danûstandinan navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûrî de hêsan bike.

Ji aliyê xwe ve jî, fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî teqez kiribû ku eger ev tevlîbûn pêk were jî, divê taybetmendiya QSD’ê di hindirê artêşê de diyar be.

 

 

Leave a Reply

Back to top button