HPG’ê nasnameya Fermandar şehîd Reşîd Serdar eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya Fermandar Reşîd Serdar eşkere kir.
HPG’ê di serî de ji keça şehîd, Semîra re sersaxî xwest û got:
“Hevrêyê me ji bo ku zarokên Kurd li welatekî azad bijîn, berpirsyarî girt ser xwe û ji bo vê têkoşîn kir, emê têkoşîna hevrê yê xwe bighînin serkeftinê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya Fermandar Reşîd Serdar eşkere kir.

HPG’ê derbarê Fermandar Reşîd Serdar de wiha got:

“27’ê Gulana 2020’an li herêma Nordiz a girêdayî Payîzava ya Wanê, şerekî tund bi dijmin re qewimî û piştre di encama êrîşên hewayî de fermandarê me yê hêja hevrê Reşîd Serdar şehîd bû.

HPG: Hevrêyê me bû mîlîtanek Apoyî yê mînak

Hevrêyê me Reşîd tevî ku zewicî bû û zarokek wî hebû, xwe li hemberî gelê me berpirsyar hîs kir û diyar kir ku hemû zarokên Kurd heq dikin ku li welatekî azad bijîn.

Ji bo afirandina welatekî ku mirov bikare lê bijî, berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Reşîd ku lêgerînvanekê heqîqetê bû, anî ziman ku wateya jiyanê di nava PKK’ê de dît.

Di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgeriyê de, ji xwe re esas girt ku bi pîvanên mîlîtaniya Apoyî bijî.

Hevrêyê me Reşîd di ferqê de bû ku li welatekî dagirkirî, jiyana azad ne pêkan e.

Lewma ti carî tehemûlê heyîna dewleta Tirk a li welatê me Kurdistanê nekir.

Hevrêyê me ji bo ku zarokên Kurd li welatekî azad bijîn, berpirsyarî girt ser xwe û ji bo vê yekê jî xwe ji têkoşînê neda paş.

Bi hişmendiya ‘wezîfeya bavitiyê ya herî pîroz eve’, tevgeriya.”

HPG’ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:

“Em soza xwe dubare dikin ku bîranînê hevrê yê xwe bidin jiyîn.

Bi van hestan di serî de keça hevrêyê me Reşîd, Semîra û malbata wî ya hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ye:

Nasnav: Reşîd Serdar
Nav û Paşnav: Mûstafa Ertaş
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik: Çîçek
Navê Bav: Şehabettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Gulana 2020’an / Wan

Back to top button