![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2023/12/MAZOT-.jpg)
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê herî dawî dest bi belavkirina mazota zivistanî ji welatiyan kiriye.
Rêveberiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê ji 16’ê Gulanê ve dest bi belavkirina mazota germkirinê kiriye.
Rêveberiyê diyar kir ku her malbatek 300 L werdigire
Her wiha li gor Rêveberiyê her Lîtreyeke mazot bi 7 sentan e.
Karta mazotê bi rêya komîteyên ji hêla Rêveberiya sotemeniyê ve hatine erkdarkirin tê aktîvkirin.
Komîte belgeyên welatiyan, kara sotemeniyê û karta serjimariyê teqez dike.
Rêveberê Nivîsgeha Germkirinê Ebdulqadir El Hemûd diyar kirk ku wan dest bi belavkirina mazotê li bakurê kantona kirine.
Hejmara kartên li Kantona Reqayê 158 hezar û 150 kart e.Li kampan jî 867 kart e.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku hejmara stasyonên sotemeniyê yên kantonê û gundewarên wê 84 e, ji wan 4 taybet û 80 giştî ne.
Belavkirin wê heta dawiya sala 2024’an bidome da ku di dema guncaw de bi temamî mazot were belavkirin.