Aldar Xelîl: Tevî binpêkirinên dewleta Tirk ”NY” bêdeng e

Endamê Desteya Rêvber a TEV-DEMê Aldar Xelîl diyar kir ku divê NY nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûrî di xebatên siyasî yên çareseriya aloziya Sûrî de paşguh neke û ji bin bandora siyasetên dewleta Tirk derkeve.
Xelîl got:
Dewleta Tirk her tiştî binpê dike, ew hemû saziyên cîhanê derbas dike û ji wan re teqez dike ku tiştek bi navê Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê tune ye.

Endamê Deseya Rêvber a TEV-DEMê Aldar Xelîl gotareke bi navê “Neteweyên Yekbûyî Rênimaya Wendayî ya li Sûriyê ye” di rojnameya Ronahî de weşand û tê de da zanîn ku ji destpêka qeyrana Sûriyê ve, dewleta Tirk a dagirker bi her awayî tevliheviyê mezin dike û hewl dide ku astengiyan li pêşiya hewldanên çareseriya demokratîk derxîne.

Aldar Xelîl di berdewamiya gotara xwe de bal kişand ser hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên çareseriyê û wiha got:

Dewleta Tirk her tiştî binpê dike, ew hemû saziyên cîhanê derbas dike û ji wan re teqez dike ku tiştek bi navê Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê tune ye.Tevî wê jî Neteweyên Yekbûyî tu biryaran derbarê wê de nasepîne.

derbarê xweseriya biryarên NY de Aldar îşaret bi paşguhkirina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha axivî:

ALOZIYA SÛRÎ
ALDAR XELÎL: DIVÊ ”NY” BÊALÎ BE Û LI GORÎ TIRKIYÊ TEV NEGERE

“Divê Tirkiye Neteweyên Yekbûyî bi rêve nebe û bandorê li biryarên wê neke. li milekî din jî hewldanên çareserî û guftûgoyên derbarê Sûriyê de nûnertiyeke rasteqîn ji gelê sûrî re nehat çêkirin”

têkildarî nêzîkatiya NY Aldar giranî da girîngiya bêalîtiyê û wiha anî ziman

ALOZIYA SÛRÎ
ALDAR XELÎL: SÊ BIJARTE LI PÊŞIYA ”NY” HENE

Îroj qeyrana Sûriyê aloz dibe, eger ji ber zextên hinek aliyan, saziyeke weke NYyê di hewldanên xwe de pûç dibe, tê wateya ku aştî li Sûrî û cîhanê di metirsiyê de ye.

Di dawiyê de Endamê Desteya Rêvber a TEV-DEMê Aldar Xelîl tekez kir ku eger NY di asta pêwîst de tevnegere, wê demê xwe hilweşîne û behsa rola xwe neke.

Back to top button