Li Bexdayê balyozxaneya Amerîkî bi 8 mûşekan hat armanckirin

Çavkaniyeke ewlehiya Iraqê eşkere kir ku Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayî bi 8 moşekan hat topbarankirin

Li gorî çavkaniyê, 4 moşek ji herêma navbera Cemîle û Talibiye ya di bin destê milîsên Nuceba’a de, moşekek ji Zaferaniye ya di bin destê milîsên tevgera Bedir de û 3 moşek jî ji devera Zeyûna ya milîsên Esa’ib Ehl El-Heq, hatine avêtin.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku piştî êrîşê bi çend xulekan, êrîşeke din li ser navendeke lojistîk a Heşdî Şabî ya li kolana Filestîn, pêk hat.

Ji aliyê xwe ve berdevkê Koalîsyona navdewletî li ser Tweeterê ragihand ku, seat 3:24 sibeha yekşemê, fûzeyên biçûk bi ser baregehekê şi herêma Kesk û hêzên Koalîsyonê pêşwazî dike hatin avêtin, lê ti ziyanên canî çênebûne.

Back to top button