Rêveberiya kampa Til Semin: Ev 10 roje hemû pêdiviyê kampê qediyan e

Hejmara koçberên ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê direvin û berê xwe didin Kampa Til Semin nêzî 2 hezar koçberî bûye. Ji ber vê hejmara zêde, pêdiviyên li kampê qediyane. Rêveberiya Kampê jî bang li saziyên mirovî kir ku alîkariyê pêşkêş bikin da ku karbin malbatên nû pêşwazî bikin.

Hejmara koçberên ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê direvin û berê xwe didin Kampa Til Semin gihiştiye 1903 koçberî.

Rojane 10 heta 15 malbatî berê xwe didin Kampê û ev malbat ji ber nebûna betanî û isfincan neçar dimînin ku li cem xizmên xwe razin.

Xesîs El-Hilal yek ji koçberê gundê Kefîfa ya Girê Spî ye, beriya 6 rojan çûye kampa û heta niha ne betanî û ne jî isfincên ku wan ji sermê biparêze wernegirtine.

Rêveberiya Kampê da zaîn ku ev 10 rojan pêdiviyên cem wan qediyane û ji ber rewş nebaş neçar dimînin ku koçberan pêşwazî bikin.

Rêveberiyê dazanîn ku her çiqasî wan li ser rewşa kampê rêxistinên alîkariyê yên cihanî agehdar kirine jî lê heta niha ti bersiv ji wan re ne dane.

Rêveberiya Kampa Til Semin ji bo karibin hemû koçberan pêşwazî bikin bang alîkariyê li saziyên mirovî kir.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 9’ê Cotmehê li ser herêmê, Meclisa Kantona Girê Spî bi hevkariya Meclisa Reqayê 22’ê Mijdarê Kampa Til Semin vekir.

Weke hemû kampên li herêmê li vir jî tenê Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd alîkariyê pêşkêş dikin.

Back to top button