Buroya Hiqûyê ya Asrînê: Şewat wê yekser bandorê li birêz Ocalan bike

Li Girava Îmraliyê ku Rêber Ocalan lê girtî ye, agir li daristanê hatiye xistin û şewat derket.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî têkildarî bûyerê daxuyaniyek da û diyar kir ku derbarê muvekîlên wan de tu agahî di destê wan de nîne û daxwaz kirin ku bi lezgînî biçin Îmraliyê.

Li Girava Îmraliyê ku Rêber Ocalan lê girtî ye, hate ragihandin ku vê seherê agir li daristanê hatiye xistin û şewat derketiye.

Li ser rewaş li Îmralî û Rêber Ocalan agahî nayên bidestxistin.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî şewata li Îmraliyê daxuyaniyeke nû da û ji bo pêkanîna hevdîtinê bi Rêber Ocalan re bang li rayedarên Wezareta Dadê û hikûmetê kir.

Buroyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Mixabin em têkildarî rewşa tenduristî û ewlehiya muwekîlê xwe de ne xwediyê ti agahiyê ne.

Bi armanca ku em şertên girtinê yên muwekîlê xwe di cih de kontrol bikin, mecbûriye ku mafê me yê qanûnî yên hevdîtina malbat û parêzeran pêk bê.

Buroyê diyar kir ku wan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriya berpirsyar û Wezareta Dadê dane.

Buroyê dazanîn ku şertên lê giravê yên ji bo mudaxaleya rewşeke wiha lezgîn, birîsk û nediyarin.

Ji ber ku grav hereme leşkerî ya qedexeye, ev yek dibe sedema gunam û fikarên mafdar.

Rastiyeke ku wê muwekîlên me Birêz Ocalan û girtiyên din rast e rast ji şewatê bi bandor bibin.

Tecrîda mûtlaq a li ser muwekîlên me sûc peyda dike.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê li dijî vî sûcî bang li raya giştî kir ku xwedî helwestbin û berpirsyartiya xwe bi cih bîne.

Back to top button