Mufîde Hesen bûye şahida komkujiyê

25’ê Sibatê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa komkujiyek pêk anîn. Di encamê de malbatek ku ji 3’ê kesan pêk dihat jiyana xwe ji dest dan. Jina bi navê Mufîde Hesen ku bû şahîda şeva komkujiyê diyar kir ku dengê nalîna Sirûşt ji guhê min dernakeve, gelo çi gunehê wê hebû. 

25’ê Sibatê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa komkujiyek pêk anî.

Di komkujiyê de malbatek ji 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Kesên jiyana xwe ji dest dane rojek di bin kavilan de man.

Jina bi navê Mufîde Hesen ji linge xwe û hevserê wê Ismet Hemû birîndar bûn.

Mufîde şahidiya komkujiya li gundê Aqîbê vegot:

Mufîde diyar kir ku Artêşa Tirk a dagirker ji saetên şevê de bêserûber gundê Aqîbê topbaran kir.

Mufîde Hesen: Rêxistinên navnetewî komkujiyên Tirkiyê paşguh dikin

Mufîde dibêje dengê nalîna Sirûşt ji guhê min dernakeve, gelo çi gunehê van zarokan heye:

Mufîde Hesen destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker bi armanca ku senaryoya Efrînê dubare bike, herêm û malên wan topbaran dike.

Mufîde li hember komkujiyên dewleta Tik û çeteyên wê, bêdengiya rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan şermezar kir û banga cezakirina dewleta Tirk kir.

Back to top button