Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî: Divê rêjîma Sûrî doza Kurd çareser bike

Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên serokê rêjîma Sûrî Beşar El-Esed da, ku hebûna kurdên li Sûriyê înkar kir.

Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku daxuyaniyên rêjîma Sûrî xizmeta berjewendiya giştî nake û aloziya heyî kûrtir dike.

Desteya Rûspiyan got: Em piştrast dikin ku Ereb, Kurd, Suryan, Kildan û Asur pêkhateyên resen in ên herêmê ne.

Desteya Rûspiyan diyar kir ku aramî û parastina Sûriyê bi demokratîkirina Sûriyê û misogerkirina mafên ferdî û civakî yên welatiyên Sûriyê pêkan e.

Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiyê de ev bang li rêjîma Sûrî kir:

“Divê rêjîma Sûrî îtîrafê bi Kurd û pêkhateyên din bike û doza Kurd di çarçoveya yekbûna welat de bi awayekî demokratîk çareser bike.”

Duh na pêr, Serokê rejîma Sûrî Beşar Esed careke din rastiya zihniyeta rejîmê ya di derbarê gelên li Sûrî de derxist pêş û got:

Li Sûrî ti dozeke bi navê kurdî tune ye. Kurd ji ber zextên dewleta Tirk reviyan Sûriyê û me ew bi nasname kirin.

Back to top button