Meclisa Jin banga têkoşîneke hevpar kir

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8`ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir û banga xebateke hevpar ji bo pêkanîna aştiyê kir.

Meclisa jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8`ê Adarê daxuyaniyek nivîskê weşand.

Di daxuyaniyê de meclisê 8`ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir û şehîdên pêşeng ên ku ji bo azadiya jinê têkoşîn kirin bibîr xistin.

Meclisê destnîşan kir ku jinan Di dirêjahiya 9 salên şoreşê de kedên xwe di tevahiya warên siyasî, civakî, çandî û aborî îsbat kirin.

Meclisa jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang xebateke hevpar ji bo pêkanîna aştiyê li cîhanê û parastina destkeftiyên şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Firatê: Divê mafên Jinan werin misogerkirin

Di heman çaçroveyê de Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Divê mafên jinan werin misogerkirin û hemû astengiyên li ser jinê were rakirin.

Back to top button