Amerîka awayê piştgiriya Tirkiyê bi NATO’yê re lêkolîn dike

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ragihand ku wê nûnerên wan ê ji bo Sûriyê wê 10’ê Adarê serdana NATO”yê li Birukselê bike û awayê piştgiriya Tirkiyê li Sûriyê nîqaş bike.

Li gorî daxuyaniya wezareta Derve ya Amerîka, wê James Jeffrey hevdîtinan bi rayedarên payebilind ên Ewropî re bike û ji bo rewşa mirov û pêkanîna biryara 2254 daxwaza alîkariyê bike..

Serokomarê Tirkiyê Erdogan doh beriya ku bi sekreterê giştî yên NATO’yê re bicive got, “Divê NATO bi lez desteka Tirkiyê xwestibû pêşkêş bike, ji ber ev mijar girêdayî parastina Tirkiyê ye”

Back to top button