Çeteyên dewleta Tirk li Serê Kaniyê 10 sivîl revandin

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî dewam in.

Çete li Serêkaniyê 10 sivîl û li Efrînê 3 sivîl revandin.

Her wiha dewleta Tirk a dagîrker lêkirina dîwarê şermê û qutkirina axa Sûrî li Efrînê didomîne.

Dewleta Tirk û çeteyên wê binpêkirin û sûcyên mirovê li dijî şêniyên herêmên dagrkirî yên li Efrînê û Serê Kaniyê dewam dikin.

Navenda çavdêriya mafê mirovan diyar kir ku çeteyên dagirkeriya Tirk ji bo desteserkirina mal û milkê şêniyên Serê Kaniyê û gundewarên wê 10 sivîl revandin.

Navedê her wiha daxuya kir ku çete malên şûniyên gundên Bab Elxêr û Can Temir yên Serê Kaniyê talankirin.

Çeteyan alavên çandiniyê, sîtlên avê û amûrên din ên nûjen dizîn.

Li gorê çavdêriya mafê mirov a Sûrî tiştên hatin dizîn li gundê Mirkês ê Serê Kaniyê tên firotin.

Çetetan 3 şêniyên Efrînê revandin û çarenûsa 2’an ne diyar e

Li Efrînê jî Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê, şêniyê bi navê Hesen Hesen ji mala wî ya li taxa Eşrefiyê yê Efrînê revandin û ji malabata wî 2 hezar dolar fîdiya xwestin.

Çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku çete şêniyê bi navê Selah Îbo ji gundê Korzêlê yê Efrînê û Şêro Salih yê ji Efrînê hatin revandin.

Heta niha çarenûsa şêniyên hatîn revandin ne diyare.

Dewelta Tirk axa Suriyê li Efrînê qut dike

Li aliyekî din jî di nava bêdengiya cihanê de dewlet tirk a dagirker xaka Efrînê li ser Tirkiyê ve zêde dike.

Rêxistina mafê mirovan li Efrînê wêniyên nû ji dîwarê şermê yê bi kûrahiya 300 metre li nêzî gundê Baliya yê navçeya Bilbilê ku dewleta tirk lê deke parvekir.

Back to top button