Li herêma Heftenînê di necama çalakiyek sekvanî ya gerîlayan de, leşkerekî dewleta tirk a dagirker hate kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê de ev agahî parvekir:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê li herêma Heftanî de, gerîlayên YJA’ê Starê 24’ê Adarê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker yên li Girê Partîzan çalakiyeke sekvaniyê kirin.
Di encamê de leşkerekî Tirk hate kuştin.
22’ê Adarê balafirên şer ên artêşa tirk a dagîrker qada Gundê Filehan a herêma Zapê bombe kirin.
HPG’ê dazanîn ku di bombebaranê de ti ziyan negihiştiye hêzên wan.