Amarîka li Iraqê sîstema parastina esmanî bi cih dike

Berdevkê Navenda Hêzên Amerîkayê Bell Orban bi fermî ragihand Amerîka li Iraqê sîstema patrîotan bicih dike.

Berdevkê Navenda Hêzên Amerîkayê Bell Orban, di daxuyaniyek de ragihand ku Amerîka ji bo parastina hêzên xwe, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman li Iraqê sîstema parastina asîmanî ya Patrîotan bi cih dike.

Orban diyarkir ji beriya niha li Iraqê çend carek navendên leşkerî yên Amerîka û hêzên hevpeyman rastî êrişan hatine, ji ber êrişê kuştî û birîndarên wan çêbûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên Amerîka dest bi cihkirina sîstema patrîotan kiriye û xebatên wan yên di wî warî de berdewamin.

Her wiha hate gotin, ew bi agahdarî û hemahengiya berpirsên Iraqê sîstemê bicih dikin.

Back to top button