Çeteyan li navçeya Raco ya Efrînê 3 sivîl revandin

Di çarçoviya guhartina demografiya Efrînê de dewleta Tirk û çeteyên wê kirayrên hovane pêktînin. Çete li navçeya Raco ya Efrînê 3 sivîl revandin, li navçeya Cindirêsê jî fidiye ji malbata sivîlekî xwestin.

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên daweleta Tirk a dagirker li gundê Badîna yê navçeya Raco 3 sivîl revandin.

navên weha ne:

Reşîd Hebeş

Mistefa Mihemd Rêşkêlo

û Mihemed Xelîl Şeban.

Çeteyan beriya du rojan jî ji heman gundê Badîna yê navçeya Raco 3 sivîl revandibûn.

Çeteyan ji sivîlekî navçeya Cindirêsê 10 milyon fidiye xwest

Navenda belgekirina binpêkirinan li bakurê Sûrî jî diyar kir ku çeteyan ji bo berdana şêniyê bi navê Elî Hêder Ebdo yê ji navçeya Cindirêsê, ji malbatê 10 Milyon L.S fidiya xwestin.

Navnedê da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji destpêka meha Nîsanê Elî Hêder revand bû.

Back to top button