Li Libnan ji ber rewşa aborî ya xerab, dîsa xwepêşanadan dest pê dikin

Li Libnanê li dijî gendeliyê, dîsa xwepêşandanan dest pê kir.. Duh jî ji ber kuştina ciwanekî, gel tevahiya şevê li ser pêyan bû. 

Ji ber kêmbûna nirxê pereyên welat, ciwan daketin kolanan û kuştina ciwanekî şermezar kir.

Li gel çalakiya li kolana Hamra ya Beyrûtê, li Seydayê jî, ciwanan êrîşî nûneriya Benkeya Navendî kir.

Her wiha li bajarê Tirablusê jî, gelek ciwanan pencereyên bankî û erebeyên leşkerî şewitandin û di navbera ciwan û endamên artêşê de, pevçûn derketin.

Li gorî rêxistina Xaça Sor a Libnanê, bi kêmanî 20 ciwan birîndar bûne û artêşê jî bi daxuyaniyekê birîndarbûna 40 leşkerên xwe ragihand.

Back to top button