Li bajarokê Nibulê yê Helebê teqînek rû da, kuştî û birîndar hene

Li bajarokê Nibul yê gundewarê Helebê ku di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de teqînek rû da. Di encamê de 4 kes hatine kuştin û 23 birîndar bûn.

Îro li bajarokê Nibul yê li bejahiya bakurê parêzgeha Helebê depoyeke cerên gazê ku ji bo armancên leşkerî bi kar tê, teqînek çêbû.

Di encamê de hin malên li derdorê hilweşîn û kuştî û birîndar çêbûn.

SANA: 4 kes hatin kuştin û 23 birîndar bûn

Ajansa SANA ya bi ser hilkumeta Şamê ve teqez kir ku devera teqîn lê rû daye depoya cerên gazê ye û di encamê de 4 kes hatine kuştin û 23 birîndar bûn.

Lê ajansê sedema teqînê zelal nekir.

Li aliyekî din li herêmeke din a di bin serwerya hikumeta Şamê de êrîş rû dan.

Ajansa SANA ragihand ku duh di derengiya şevê de, Îsraîl ji asmanê Libnanê, hinek nuqteyên li başûrê welêt kirin armanc û tenê zirarên madî çêbûn.

Li Humsê teqînekê rû da, kuştî û birîndar hene

Hat ragihand ku gelek kes birîndar bûne û rewşa hinekan giran e.

Lê Çavdêriya Sûrî teqez kir ku “ev yek di encama êrîşeke Îsraîlî li ser baregeheke Hizbullahê ya li ser riya Humis-Tedmur de pêk hat”.

20’ê Nîsana borî jî Îsraîlê deverên alîgirên Îranê li nêzî bajarê Tedmurê kiribûn hedef.

Di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê û 6 alîgirên Îranê hatibûn kuştin.

Back to top button