Li Iraqê 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Koalîsyona navdewletî û hêzên Iraqê li Çiyayê Hemrînê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek pêk anî, 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Koalîsyona Navdewletî bi daxuyaniyekê ragihand ku 29’ê Nîsanê wan li gel hêzên ewlekariya Iraqê li sînorê rêzeçiyayê Hemrînê dest bi operasyoneke li dijî çeteyên DAIŞ’ê kir.

Di encamê de sitargeh û şikesftên çeteyên DAIŞê li deverê hatin bombebarankirin û 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Koalîsyonê di daxuyaniya xwe de aşkere kir, ku operasyonên wan ên li dijî DAIŞê li nav sînorê Iraqê û Sûriyê berdewam in.

Back to top button