Li Iraqê, tevgera çeteyên DAIŞ’ê di van hefteyên dawî de zêde bûye

Li Iraqê, tevgera çeteyên DAIŞ’ê di van hefteyên dawî de zêde bûye. Duh çeteyan dîsa êrîşek pêk anî û vê carê êrîş birin ser hêzên Iraqê yên li Mexmûrê.
Ev êrîş di wextekî de tên ku welat xwe ji avakirina hikumeteke nû re amade dike.. . Ji van êrîşan diyar dibe ku hîna xeteriya DAIŞê li holê ye lê çavdêr dibînin ku “rast e metirsî heye, lê ev nayê wateya ku DAIŞ dikare careke din gefan mîna yên 2014an bixwe”. 

Di wextekî de ku hikumeta Iraqê ber bi hev de tê.. çeteyên DAIŞê êrîşên xwe li Iraqê zêde kirine.

Çeteyan duh li navçeya Mexmûrê êrîşek bir ser artêşa Iraqî.

Berî çend rojan jî, li Diyalayê di encama êrîşeke çeteyan de, 7 çekdarên Heşda Şabî hatin kuştin.

Li Selahedînê jî, ji ber êrîşên DAIŞê, bêhtirî 26 kesan hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve jî, duh Berdevkê Koalîsyona Navdewletî Miles Caggins, diyar kir ku “wan êrîşek li dijî DAIŞ’ê li Bêcê ya Iraqê pêk anî”.

Li gorî Caggins, 28 Nîsanê 2 balafirên Brîtanî tevlî yên koalîsyonê bûn û 6 şikeftên DAIŞ’ê yên li Bêcê kirin armanc.

Şirovekar û çavdêr dibêjin “pêla dawî ya êrîşên DAIŞê, nayê wateya ku ew dikare careke din gefan li bajaran bixwe, weke çawa di 2014’an de ev yek kir”.

Şarezayê Istixbaratî yê Iraqî Fadil Ebû Rexîf jî dibêje:

“DAIŞ der barê rewşa siyasî de xwedî sehker e. Ji ber ku her cara hewldanên avakirina hikumeta nû ya Iraqê bi paş de diçin, çalakiya wan bi rengekî keysbazkirî zêde dibe”.

Lê Ebû Rexîf teqez dike ku “DAIŞ wê nikaribe vegere hêza xwe ya berê,” weke îşaret bi ‘xîlafetê’ ya ku li berine fireh ên Sûriya û Îraqê ragihandibû.

Xeteriya DAIŞê ne tenê li Iraqê heye, lê belê li Sûriyê jî û tevî têkbirina wê ji aliyê leşkerî ve, hîna xwedî tevger e.. nemaze ku êrîşên wê li biyabanê zêde bûne, taybet li Tedmur û Dêra Zorê..

Em vegerin 4’ê Nîsanê, li gundê Medan Etîqê  yê Dêra Zorê, çeteyên DAIŞ’ê, di nav de 2 jin, 8 kes ser jê kirin.

Berî vê jî, şanyên veşartî 3 komkujî der heqê sivîlên Dêra Zorê de pêk anîn..

Hîna jî êrîşên van şaneyan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dikin..

Back to top button