Li bajarê Kobanê, dewriyek hevbeş ya polîsên leşkerî yên Rûsya û artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Sûrî-Tirkî pêk hat.
Dewriyê ji gundê Xerîb dest pê kir û ber bi gundê Xanê, Xerbîsan û Bexdik ve çû.
Dewriye ji 4 panzêrên herdu aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk hat.
Tê zanîn, Dewriya Rûsya û Tirkiyê li ser esasê hevpeyama li Soçiyê hatiye îmzekirin, bi rê ve diçe.