Li Îran di nexweşxaneyeke Tehranê de 19 kesan jiyana xwe ji dest da

Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku teqînek li nexweşxaneya Sînaa ya li herêma Tecrîş li bakurê Tehranê çêbû, di encamê de 19 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes birîndar bûn..

Li gorî televîzyonê, 6 kes di odeya emelîyan de mirin û teqînê ziyanek mezin gihand avahiyên derdorê jî.

Ajansa Fars a nûçeyan jî li ser zimanê navenda rewşên awarte ya Tehranê ragihand ku “dibe sedema bûyerê ji ber teqîna qenîneyeke gazê be”.

Li gorî berdevkê birêveberîya agirkujiya Tehranê jî, heya niha sedema bûyerê nehatiye zanîn.

Lê berdevk diyar kir ku “dibe qenîneyeke xazê li embara navenda bijîşkî teqîya be û şewat derketibe”.

Îna borî jî bûyereke din bi vî rengî li Tehranê çêbûbû, ku teqîn di dezgeheke embarkirina xaza Îranî li navendeke leşkerî de rû dabû.

Back to top button