Fermandariya YJA-Star: Armanca êrîşan her devera Kurdistanê ye

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser xaka başûrê Kurdistanê dewam dikin. Têkildarî vê, endama Fermandariya YJA STAR Lorîn Andok, diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê berfireh bike û got: Li wir ne tenê em êrîşan têk dibin, xaka başûr jî diparêzin.

 

Endama Fermandariya YJA Starê Lorîn Andok, tecrîda li dijî Rêber Ocalan, êrîşên dewleta Tirk li ser xaka başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla nirxand.

Lorîn Andok, bal kişand ser tecrîda li dijî rêber Ocalan û da zanîn kir ku ‘ji ber pêşdîtinên Rêber Ocalan, rastiya dijmin bi her awayî radixe pêş çavan’, dewleta Tirk tecrîdê girantir dikin û êrîşan didomîne.

 

Lorîn Andok: Tirk dixwaze dagirkeriyê berfireh bike, emê jî rê nedinê

Endama Fermandariya YJA Starê, diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê berfirehtir bike, lewra her roj dibêje: ‘me qedand, emê biqedînin’. Lê di rastiyê de gerîla wê rê nedin wî.

Lorîn Andok: Ciwanên Başûr divê xwedî li xaka xwe derkevin

Endama Fermandariya YJA STAR Lorîn Andok, bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir ku xwedî li xaka xwe derkevin û nerazîbûnê nîşanî dewleta Tirk a dagirker bidin.

Back to top button