Artêşa Niştimanî: Ji bo parastina bajarê Sirtê em amade ne

Ji bo êrîşa li ser bajarê Sêrtê yê Lîbyayê, dewleta Tirk jimareke mezin a çeteyan li Misratayê kom dike û hîna jî mûşek û firokeyan jî dişîne Lîbyayê.

Artêşa Niştimanî teqez dike ku ew ji her tiştî re amade ne û ew ê parastina hemû bajarên Lîbî bikin

Di demekê de ku dewleta Tirk û hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî ya Lîbyayê, amadekariyên leşkerî ji bo êrîşa li ser bajarê Sirtê dikin, berpirsyarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb ragihand, ku artêş ji her tiştî re amade ye û wê parastina bajêr bike.

Mehcûb diyar kir ku dewleta Tirk ji bo vê êrîşê, jimareke mezin ku digihêje 19 hezar çeteyî, li bajarê Misratayê kom kiriye.

Ev amadekariyên dewleta Tirk, bi awayekî eşkere di ragihandina Tirkiyê de jî tên belavkirin.

Rojnameya ‘Milliyet’ a Tirkî eşkere kir ku Enqere mûşekên Seqarya ku hêza wan digihêje 40 km û li Sûriyê hatine tecrubekirin, şandine Lîbyayê.

Her wiha dewleta Tirk 2 firokeyên barhilgir ên leşkerî jî şandine baregeha Wetiya û bajarê Misratayê.

Li gorî Mehcûb, piştî helwesta Misirê û hişyariyên wê û piştî êrîşên li ser baregeha Wetiya, Tirkiyê hesabên xwe vedigerîne û gefên wê tevde vala ne.

Xalid Mehcûb dibîne ku Tirkiyê ti carî êrîşî Sirtê nake û ev amadekarî û şandina çek û çeteyan, tevde ji bo xurtkirina cihê xwe di danûstandinên navnetewî derbarê Lîbyayê de ne.

Hulusi Akar banga qutkirina alîkariyê ji bo hêzên Xelîfe Hefter kir

Li aliyeke din, Wezîrê Hundir yê Hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî Fethî Paşaxa serdana Enqereyê kir û bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê, Hulusi Akar re civiya.

Hulusi Akar careke din piştgiriya Tirkiyê bi Hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî re nîşan da û banga qutkirina hemû şêweyên alîkariyê ji bo hêzên Xelîfe Hefter kir.

Davutoglu: Şerê navbera me û Misirê wê ne di berjewendiya me de be

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Tirkiyê yê berê û ji damezrênerên AKP’ê, Ahmet Davutoglu ku niha li dijî Erdogan muxalifiyê dike, banga durkertina şerê bi Misrê re kir.

Davutoglu got:

Ger şereke navbera me û Misirê pêk were, wê qet ne di berjewendiya me de be.

Back to top button