Milyon û nîv lître mazot wê li Tebqayê werin belavkirin

Gerînendeya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, mazotê li şêniyan belav dike û heya derdora milyon û nîv lître mazot wê belav bike. 

Destpêka vê mehê, gerînendeyê bi hevkariya Meclisa Sivîl a Tebqayê, dest bi belavkirina beşa yekemîn a mazotê kir û belavkirin wê heta 3 mehan dewam bike.

Buroya çavdêriyê ya gerînendeyê, mazotê ji 17 stasyonên li navenda bajêr û gundên rojhilat û bakur werdigire.

Di beşa yekemîn de, her malek 440 lître mazot werdigire û buhayê her lîtreyek bi 75 lîreyên Sûriyê ye.

Rêvebera Buroya Çavdêriyê ya Gerînendeya Giştî ya Sotemeniyê Ferîda Cafer, diyar kir ku ew bi hemû hêza xwe dixebitin da mazot bigihêje hemû malan.

Mazot niha li taxên Selam, Şehîdan, Sinoberî, Cahiz, Zireyqat tê belavkirin.

Back to top button