TEV-DEM: Fermana Şengalê deqekî reş li ser eniya mirovahiyê ye

TEV-DEM, PYD û Kongra Star bi boneya salvegera 6. a fermana 3’yê Tebaxê ya Şengalê, daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de hat gotin ku ewê heta dawî mafê civaka Êzidî biparêzin û diyar kirin ku divê Kurd hemû li dijî êrîşan planên stratejîk yên xweparastinê daynin.

 

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM bi boneya salvegera 6. a fermana 3 Tebaxê ya li ser Şengalê, daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê êrîşên li ser Şengalê wek deqeke reş a li ser êniya mirovahiyê pênase kir û got:

“Tişta çeteyan li Şengalê pêk anî, deqeke reş li ser eniya tevahîya mirovahiyê ye.

Tişta çeteyên DAIŞ’ê nikaribûn li Şengalê pêk bînin jî, îro Erdogan bi balafirên şer û komên çete, dixwaze temam bike.

Armanckirina jin û zarokan, sûcên mirovahiyê ne û nabe hêzên navdewletî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê bêdeng bimînin.”

TEV-DEM’ê di dawiyê de sersaxî ji civaka Êzidî, bi taybet ji malbatên qurbanên fermanê re xwest û diyar kir ku heta dawî, ew ê li pişta civaka xwe ya Êzidî bin.

Kongra Star: Rêxistinbûna her jinekê wê bibe bersiva fermanan

Koordînasyona Kongreya Star bi wesîleya salvegera fermanê daxuyanî da û diyar kir hîn xeterî û êrîşên li ser jinên Êzîdî û civaka Êzîdî derbaz nebûne.

Kongra Star diyar kir ku îro jî ew polîtîkayên qirkirinê li ser civka Êzîdî û bi giştî li ser gelê Kurd didome û got,

“Ew hişmendiya DAIŞ’ê, vê carê jî bi destê devleta Tirk awayekî eşkere li ser Şengal, Rojava, Bakûr û Başûrê Kurdîstanê tê berdewamkirin.

Dest davêjin jinên Kurd, qirkirina siyasî dikin, xwezaya Kurdîstanê hildiveşînin, topbaran dikin, dagir dikin, gundan vala dikin û dixwazin gelê me qirbikin.”

Kongra Star diyar kir ku wê rêxistinkirin û rizgarkirina her jinekê bibe bersivên fermanên dagirkeran.

PYD: Ferman nikarin civaka Êzidî û têkoşîna wê têk bibin

Meclisa Giştî ya PYD’ê jî bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku komkujiya li dijî êzidiyan û kurdan hemûyan ferz dike ku li dîrokê vegerin, dersan jê derxin û planên stratejîk ji bo xweparastinê deynin.

PYD’ê diyar kir ku fermanên li dijî êzidiyan nikarin vîn û têkoşîna wan têk bibin û bang li aliyên kurd kir ku li dijî planên Tirkiyê bibin yek.

Back to top button