Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tikiyê li Hema û Idlibê êrîşî hev kirin

Li Hemayê çeteyan dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku çeteyan komên hêzên hikumetê li gundê El-Bereka û Keleha Mîrzayê li Sehel El-Xab li gundewarên bakur-rojavayê Hemayê topbaran kir.

Çavdêriyê destnîşan kir ku hêzên Rûsî li Keleha Mîrzayê hene.

Li alîyeke din jî,li gel firîna balafirin Rûsî li Idlibê hêzên hikumeta Şamê gundên Sifûhin, Kensefera, El-Fitêra û Filêfil li başûrê Idlibê topbaran kir.

Back to top button