Şengal li gundê Qinê yê herêma Şerfedîn seyarek hate teqandin

Duh bi şev li gundê Qinê yê herêma Şerfedîn a Şengalê ku di bin kontrola hêzên çekdar ên nêzî PDK’ê de ye, teqîn pêk hat. YBŞ’ê diyar kir, tevî ku ev teqîn li herêma hêzên çekdar ên PDK’ê çêbû, çapemeniya bi ser PDK’ê hewl da ku vê teqînê weke amûrek ji bo reşkirina aramiya Şengalê bi kar bîne.

Navenda Ragihandinê ya (YBŞ) bi daxuyaniyekê ragihand ku doh bi şev saet di 20:45’an de li nêzî mezargeha Şerfedînê ku qadeke pîroz a civaka Êzidî ye wesayitek teqiya.

YBŞ’ê diyar kir ku hîn nehatiye eşkerekirin ku ev wesayit çawa an jî ji aliyê kê ve hatiye teqandin.

YBŞ’ê eşkere kir ku cihê erebe lê teqiya di destê hêzên çekdar ên PDK’ê de ye û işaret bi propagandaya hin saziyên çapemeniyê yên ser bi PDK’ê kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin “Hin hêz û hêzên PDK’ê destnîşan kirin ku ev yek êrişeke hewayî ye. Lê wê demê ne balafirên keşfê ne jî yên şer li asîmanên Şengalê tune bûn.”

YBŞ’ê destnîşan kir ku propaganda li ser vê bûyerê tê kirin ku hewl didin vegera Şengaliyan a li warê wan asteng bikin.

Back to top button