Bi hezaran şêniyên Hesekê û gundên girêdayî wê, cenazeyê şervanê Hêzên Disîplîna Leşkerî Mihemed El-Hesen ê ku dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye yê bajarê Hesekê oxir kir.
Şêniyan cenazeyê şehîd Mihemed El-Hesen (Basil Til Birak) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan girt û berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar ya li gundê Dawûdiye yê li bakurê bajarê Hesekê.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Hêzên Disîplîna Leşkerî û Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Di dawiya merasîmê de hevalên şehîd, cenazeyê şehîd di nav tiliyên dayikan de û berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re veşart.